Bûyer 13’ê Nîsanê derengiya şevê li sînorê gundên Beytûş û Bestam ên Seqiza Serdeştê rûda.

Li gorî rêxistina mafê mirovan di êrişa rejîma îranê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest dane.

Navê kesên hatine qetilkirin Mehirdad Ebdulah Zade û Umît Seîdî ne.

Hate zanîn Mehirdad Ebdullah Zade ev 20 sal in li gundê Marexanê dijî, Umît Seîdî jî xelkê Sine ye.

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafê Mirovan di sala borî de 39 kolber û karkerên Kurd ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin qetilkirin.

Di heman salê de di encama gulebarana leşkeran de 365 kolber ji ber ku ji çiyayan ketina xwarê, jiyana xwe ji dest dane.