Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê -KNK, Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî bi peyamekê pîroz kir.

KNK got; Cejna Çarşema Sor ya civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye.

Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye.

Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye.

Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wateya xwe, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan teva.

KNK diyar kir ku li Şingal, li Efrîn û li Serê Kaniyê, êrîşên metirsînî li ser bawermendên Êzidî berdewam dikin.

Êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şingalê berdewam in.

Em li gel gelê Şingalê û hêzên parastina Êzîdxanê cihê xwe digirin û em ê bi her awayî wan destek bikin.

Şingal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendiyên cuda ye.

Divê îradeya xelkê Şingalê, esas bê girtin.

Ji bo parastina civaka Êzidî, pêwîste hemî hêz û gelê me hişyar bin û xwedî li gelê me yê Êzidî derkevin.

Gelê Kurd, tevahî gelên li Kurdistanê, xwedî kîjan baweriyê bin bila bibin, divê bi berpirsiyarî tevbigerin.

Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekîtiyek dilsoz de tevbigerin.

Li gel hev û ji bo jiyaneke bi rûmet a paşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziyên qedîm tevbigerin.