Serokê berê yê Şaredariya Kopenhagê Vîllo Sîgûrdsson ku piştgiriyê dide pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî”, ji ANF’ê re axivî.

Sîgûrdsson got ku dewleta Tirk têkildarî mijara birêz Ocalan ê ku ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî jê nayê wergirtin, hemû peymanên navneteweyî binpê kiriye.

Sîgûrdsson rewşa li Îmraliyê weke êşkence pênase kir û got: “Nahêlin ku malbat û parêzerên xwe bibîne. Ev bi eşkere êşkence ye.”

Sîgûrdsson têkildarî dema mayîna girtiyan a li girtîgehê, ji welatên Yekîtiya Ewropayê û Danîmarkayê mînak dan û wiha pêde çû:

“Li piranî welatên Yekîtiya Ewropayê herî zêde 16 sal cezayê girtîgehê hûn dikarin bistînin.

Birêz Ocalan ji bo rawestandina şerê nemerdane yê li dijî Kurdan bêyîku derfetê bidinê ku bi hikûmet û rayedaran re hevdîtinê bike, 25 sal in li wir tê girtin.”

Sîgûrdsson destnîşan kir ku domandina tecrîdê ne li gorî peymanên navneteweyî ye.

Vîllo Sîgûrdsson di dawiyê de jî bi bîr xist ku ew parçeyekî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ye.

Bûyîna parçeyekî kampanyayê, pir keyf xweşim.

Li gorî min divê kampanya bê domandin û ji bo azadiya birêz Ocalan em daraz û rayedarên navneteweyî jî bi kar bînin.

Nabe ku ev bi vî rengî dewam bike, ji ber ku ne li gorî hemû qanûnên navneteweyî ye.

Ji bo berdana Birêz Ocalan, divê em zextê li hikûmeta Tirk bikin.”