Yek ji newrozên ku nayen ji bîr kirin, newroza Cizîra Botanê.
Berî 32 salan li Cizîrê pîrozbahiya gelê Kurd veguherî komkujiyeke.
Hêzên dewleta Tirk plana xwe qirkirinê xist devrê û êrişî xelkê Cizîrê kir.
Li gorî hejmarên fermî 57, li gorî şahidan jî herî kêm 100 kes wê deme hatin qetilkirin.
Şahidên Newroza Cizîrê Asya Dalmiş û Sedîka Erden behsa wan rojan dikin.