Şewata ku li zeviyên çandiniyê yên li rojhilatê Kobanê derketî, gihişte mal, bax û baxçeyên gundiyan.

Li zeviyên çandiniyê yên gundên Elî Şar, Merc Îsamîl, Kezkan û Dawûd yên rojhilatê Kobanê şewat derket û di demeke kurt de belavî herêmeke berfireh bû. Di şewatê de bi sedan donim zevî, baxçe û dar şewitîn. Şewat belavî malên gundiyan jî bû.

Tîmên agirkujê deme kurt gihiştin cihê şewatê, di encama hewldanên gundî û komîteya rewşên lezgîn şewat hate kontrol kirin.