Fermandarê hêzên li herêmê Ahmed Mesûd roja Yekşemê daxuyanî da û diyar kir ku ew hêvî dikin bi Talîbanê re li dora maseyê rûnên, ji bo aştiyê li hev bikin, lê belê ji bo vê jî divê Talîban dest ji ‘kiryarên xwe yên tundrew berde, nexwe endam û milîsên berê yên artêşa Efganistanê, her kesên bi wan re amade ne ku şer bikin’.

Li gorî nûçeya BBC Tirkî, Ahmed Mesûd got, “Em hewl didin bi Talîbanê bidin fêhmkirin ku yekane rêya li ber, danûstandin e. Em naxwazin şer biqewime.”

Lê belê ji ber ku hevdîtin bi ser neket, Talîbanê ragihand ku roja Yekşemê berê bi sedan şervanên xwe daye Pençşîrê. Talîbanê diyar kir ku hêzên li bakur “ji ber ku red kirine herêmê bi rengekî aştiyane radest bikin” ew ji bo şer bi rê ketine.

Ahmed Mesûd anî ziman ku ew li hikumeteke berfireh a nenavendî vekirîne, lê wê li dijî her cûre rejîmên ku Talîban ferz dike şer bikin. Piştî ku Talîbanê beşeke mezin a welêt kontrol kir, van hefteyên dawî hinek ji leşkerên artêşa Efganistanê bi çekên xwe çûn Penşçîrê û tevlî yekîneyên Ahmed Mesûd bûn.