TEV-ÇAND Ewropa, ji bo 39mîn salvegera şehadeta hunermendê pêşeng Sefkan (Celal Ercan) bi daxuyaniyekê bibîranî.

TEV-ÇAND dibêje, hunermendê pêşeng Sefkan (Celal Ercan), di 16’ê Nîsana 1985’an de li Heftanînê tevlî kerwanê şehîdan bû.

Şehîd Sefkan pêşengê sazîbûna çand û hunera Kurdî ye.

Wî ne tenê bi çeka xwe, bi amûr û dengê xwe jî moral da hevriyên xwe û nirxên şoreşê bilind kir.

TEV-ÇANDê got; Hozan Sefkan, di sala 1982’an de ew û Hozan Mizgîn ji Libnanê derbasî Elmanya bûn.

Piştî amadekariyek baş di Hezîrana sala 1983’an de bi pêşengtiya Hozan Sefkan Kongreya Çand û Hunerê hate lidarxistin.

Hozan Sefkan û hevalên wî, navenda HUNERKOM’ê li bajarê Kolnê avakirin.

Piştre şaxên wê jî li Hollanda, Frankfûrt, Hannover, Stûttgart, Berlîn û Stockholmê vekirin.

Di heman demê de bi pêşengiya Hozan Sefkan Koma Berxwedan jî hat ava kirin û kom bû dengê şoreşa Kurdistanê.

Hozan Sefkan, di sala 1984’an de vegeriya welat û di nava du salan de eniya çand û hunerê saz kir.

TEV-ÇAND wiha dewam dike: Hozan Sefkan li Başûrê Kurdistanê tevlî yekîneyên Gerîla bû.

Li vir jî ne tenê bi çeka xwe, bi amûr û dengê xwe jî coş da hevrêyên xwe û nirxên şoreşê bi awayekî hunerî îfade kir.

16’ê Nîsana 1985’an ji bo şoreşa Kurdistanê rojeke reş e.

Wê rojê di encama komploya Partiya Komunîst a Iraqê de li Heftanînê 8 mîlîtanên PKK’ê, Hozan Sefkan, Rauf Akbay û Îdrîs Okmen jî di nav de şehîd bûn.

Şehîd Rauf Akbay jî li zanîngeha Goethe xwendîbû, federasyona komeleyên Kurd li Elmanya -FEYKA KURDISTANê avakiribû.

Her yek ji wan nirxekî girnabiha yê şoreşê bûn.

Em weke TEV-ÇANDê, li mîrateya Hozan Sefkan û tevahiya şehîdan xwedî derkevin û têkoşîn wan bidomîn in.