Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed, di 25ê Cotmeha 2023qan de li Deriyê Sêmalka ji aliyê hêzên PDK’ê hate revandin û 175 roj in agahî nayê girtin.

Ajansa Rojnewsê bi daxuyaniyekê ragihand ku her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana hevalê wan rojnmavena Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK rê nade ku parêzer û malbata wî hevdîtinê li gel wî bike.

Ajansa Rojnewsê diyar kir ku ew, tohmetbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û got;

Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkere kirin û berdan.

Ajansê got; Li gel ku bertek û helwestên li dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin.

Lê hîna, ji bilî daxuyaniyek tejî derew ya PDK’ê, tişteki din ji aliyê desthilatdariya Herêmê ve, ne hatiye ragihandin.

PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.