Hevşaredarê Geverê Şorej Dîrî, anî ziman ku çirava deynan a qeyûman û xisara ku kirine wan bêhêvî nake û got; Em ê bi piştgiriya gel van rojên teng derbas bikin.

Şorej Dîrî bi bîrxist ku beriya hilbijartinê wan diyar kiribû ku wê AKP’ê li Geverê di binê bendê de bihêlin û got;

Me temamiya 25 endamên meclîsa şaredariyê bi destxistin.

Xelkê Geverê xwedî li îradeya xwe derket. Em ê hewl bidin hêjayî vî gelî bin.

Şorej Dirî destnîşan kir ku qeyum xisarek mezin li bajêr kirine û got;

Şaredariya Geverê di bin deynê 1 trilyon TL de hiştine û yek xizmet nekirine.

Di mijara binesaziyê de pirsgirêk hene. Nîvê riyên navçeyê nehatine asfaltkirin.

Xisara li bajêr mezin e, lê me bêhêvî nake.

Li pişt me hêzeke bêhempa ya gel heye.

Di nava van 10 rojên dawî de kelecaneke mezin ya gel heye.

Em ê bi gelê xwe re dest bidin hev û pirsgirêkan çareser bikin.

Şorej Dirî daiyar kir ku 3 alîkarên qeyûm hebûn, me erka wan betal kir.

Tu karek ji bo jin, ciwan û çandê li şaredariyê nehatiye kirin.

Em ê komîsyonên xwe yên pêwendîdar ava bikin û li van qadan dest bi kar bikin.”