YJA Starê, şehîdên şoreşê bi bîranîn û got; Jin di 8’ê Adarê de, li dijî îstîsmara kedê têkoşînek dîrokî kirin,.

Berdêl dan, lê hevkariya qirêj ya dewlet û sermayeya ku bi serdestiya mêr, li dijî jinê bûye çerxa tunekirinê eşkere kir.

8’ê Adarê ji bo jinan, xwedî derketina li keda xwe, li bedena xwe û nirxên avakirine ye.

8’ê Adarê sembola jina berxwedêr e. Ji bo vê jî divê hemû jin, 8’ê Adarê bi vî ruhî pêşwazî bikin, hêz û îradeya xwe nîşan bidin.

YJA Starê, destnîşan kir ku 8’ê Adarê, bi Tevgera Jina Azad, ku di nava Tevgera Azadiya Kurd de ava bûye, cewherê xwe yê rasteqîn bidestxistiye.

Tespîta Rêberê me ku dibêje; ‘Azadiya jinê, hîmê bingehîn yê têkoşîna me ya azadiyê ye’ gihandiye lutkeya herî jor û Tevgera Jinên Kurd jî bi vî rengî pêşengiyê jinên cîhanê dike û bûye hêvî.

Ji bo vê jî divê jin li malê, dibistanê, kolanan û li qadan, bi hişmendiya xweparastinê ya YJA Starê têkoşînê bikin.

Her jineke ku bi hişmendiya xweparastinê li dijî mejiyê mêrê kujer raweste, wê bikaribe li ked, beden, ruh û dilê xwe xwedî derkeve.

Lewma banga me li hemû jinan ew e ku li ser xeta jina azad bibe xwedî hişmendiya YJA Starê têkoşînê bike.

Fermandariya Giştî ya YJA Starê got; Têkoşîna me ya azadiya jinê ku Rêberê me weke karekî destanî pênase kir, kodên mejiyê mêr ê pênc hezar salî raxist pêş çavan û rê li ber ‘Xwebûnê’ vekir.

Şerê me yê azadiyê ku ji Sarayan heta Zîlanan, ji Bêrîtanan heta Doga Viyanan bênavber dewam dike, bi navê jinan destketiyên mezin afirandin û bû nîşaneya ku civaka jin lê azad be, civak wê azad be.

Rêya vê jî rêxistiniya xurt e. Her jineke li derveyî jiyana rêxistinî dimîne, dibe hedefa hovîtiya mejiyê mêr û ji nasnameya xwe tê dûrxistin.

Divê jinek bi tenê jî bê rêxistin nemîne.

Em di wê baweriyê de ne ku her jinek mîna tovên di biharê de jinûve şîn dibin, wê jinûve şîn bibe, xurt bibe û xwe bigihîne nasnameya civakî ya rasteqîn.

Em ê berxwedana bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji xwe re bikin esas.

Ev formula nivîsandina dîroka jina azad e hesabpirsîna ji sîstema bi serweriya mêrê kujer e.

Di vê 8’ê Adarê de jî divê her jin bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dakevin qadan û biqîrin ku jiyaneke bê jinê qebûl nakin.