“Di demekê de ku kesî newêrîbû biaxive, em hatin navenda tirsê. Me berdêlên giran dan û li pêşberî rengê şîn ku nîşaneya hêviyê ye, ne rengê reş lê zarokên Firatê hene.”

Dinyayê bi giranî ew di sala 2014’an de dema ku ketin nava bajarê Reqayê nas kir. Ew bajarê ku bi ala ji rengê reş ketin nav û peyama tirsê li tevahiya dinyayê belav kirin, wê weke paytexta qaşo ‘Xîlafetê’ ragihandibûna. Nêrîna reş û tarî ku roj bi roj li vî bajarî mezin bû wê biryara gelek komkujî û êrîşê werbigirta. Dinya wê ew ji komkujiyên wan, ji dîmenên hovîtiyê yên ji Reqayê weşandin bi tirs nas bikira, lê belê li pêşberî van komkujiya carna wê bêdeng biman û carna jî tenê şermezar bikirana.

Ev bajarê ku nêzî nîv milyon mirov lê bûn, heta 17’ê Cotmeha 2017’an dema rizgarkirina ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve, di bin serweriya DAÎŞ’ê de veguherîbû navenda komkujiyê.

Dema ku di bin dagirkeriya DAÎŞ’ê de bû kes nekarîbû biçûya vî bajarî, lewma hîn jî nayê zanîn ku di demeke dirêj de li bajêr çi rewşeke çawa hebû, çi qewimî bû. Bi gotina, ‘gelo li vî bajarî niha rewş çawa ye’ me berê xwe dan vî bajarî ku bi berdêlên giran hate rizgarkirin. Tabelaya li ser rê ya çend kîlometre beriya gihîştina bajêr guherîna hêzê ya nava pênc salên dawî ya li vê xakê nîşan dide. Li ser vê tabelayê ku wêneyê Beşar Esad hebû piştî sala 2014’an bi ala DAÎŞ’ê hatibû girtin. Niha jî her du jî hatine jêbirin û bi rengê kesk, sor û zer bi ala YPG’ê hatiye xemilandin.

GUHERÎNA PIŞTÎ DAÎŞ’Ê

Her ku mirov nêzî bajêr dibe, ji her tişt û zindiyên li derdorê tên dîtin, mezinahî û heybetiya şerê ku li vê xakê qewimiye tê dîtin. Di nava xirbeyên bajêr de em bi pêş ve diçin û xwe digihînin bendeke ewlekariyê ku jin, mêr ên Kurd û Ereb lê ne. Piştî sohbeta bi van ciwanên asayîşê re mirov fêhm dikin ku li vê xakê gelek tişt guherîne.

HEWLDANÊN JI NÛ VE AVAKIRINÊ

Li bajêr ji aliyekî ve şopa DAÎŞ’ê hîn heye, li aliyê din jî kolanên wê her zindî ye û ji bo ji nû ve avakirina jiyanê hewldaneke bêhempa heye. Li vî bajarî ku beriya dagirkeriya DAÎŞ’ê nîv milyon mirov hebûn niha nayê zanîn ku çiqas mirov hene. Lê belê tê gotin ku piştî pêngava rizgarkirinê mirov ji nû ve li bajarê xwe li warê xwe vegeriyane.

EWLEKARÎ Û ARAMIYA GEL

Hilweşîna li bajêr di serî de alîgirên DAÎŞ’ê ji aliyê gelek kesan ve weke amûreke propagandayê hate bikaranîn. Me mijar ji rayedarên leşkerî pirsîn û wan jî bal kişandin ser mezinahiya şerê ku li vê deverê qewimî. Diyar kirin, di demekê de ku DAÎŞ li nava malên bajêr ketin çeperê û sivîl weke qurbanî bi kar anîn, bajar veguherî qada şer. Li aliyekî nuqteyên leşkerî yên li gelek navendên bajêr, li aliyê din jî yekîtiyên antî terorê û hêzên ewlekariyê yên li nava bajêr dixebitin, ji bo ewlekarî û parastina aramiya gel gelekî hewl didin. Tevî van hemûyan mayinên ku DAÎŞ’ê di dema şer de li herêmê bicih kiribûn tên rakirin û herêm tê paqijkirin. Her wiha rojane li dijî hucreyên DAÎŞ’ê operasyon tên kirin û bi vî rengî bûyerên nû yên teqînê tên astengkirin.

RENGÊ AZADIYÊ LI BA YE

Piştî rojeke ku me li navendeke hêzên ewlekariyê ya Reqayê derbas kir em derbasî Tebqayê bûn. Li gorî Reqayê şer hîn kêm bandor li Tebqayê kiriye. Li van bajarên ku ji tarîtiya DAÎŞ’ê hatin paqijkirin êdî li şûna reş rengê QSD’ê li ba ye ku ji bo gelê herêmê tê wateya azadî, ewlekarî û aramiyê. Tebqa bi 55 kîlometreyan dûrî Reqayê ye. Taybetmendiya xwe ya herî mezin ew e ku bendava herî mezin a Rojhilata Navîn lê ye. Elektrîka herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê bendavê tê peydakirin. Her wiha golên li derdora bendavê rezervên herî mezin ên avê yên Sûriyeyê ne.

Di vê rêwîtiyê de nedibû ku me çemê Firatê nedîtibûya. Piştî rêwîtiya ji nîv saetê ya ji navenda bajêr me xwe gihand vî çemê bêhempa ku vegotina wê ne hêsane. Li sûrên keleheke dîrokî ya li kêleka çemê Firatê, Fermandarekî QSD’ê bi destê xwe hêrêmên di kontrola Rêveberiya Xweser de ne nîşan dide û dibêje, “Di demekê de ku kesî newêrîbû biaxive, em hatin navenda tirsê. Me berdêlên giran dan û li pêşberî rengê şîn ku nîşaneya hêviyê ye, ne rengê reş lê zarokên Firatê hene.”

Wê bidome…