Li girtîgehan zextên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de didomin.

Li gor agahiyên ku TÛAY-DER a Çûkûrovayê ragihandin, girtiyên di greva birçîbûnê de sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin.

Ridvan Îrme û Halîl Mûratoglûyê di Girtîgeha Tîpa L a Denîzliyê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê hatin kirin û Mehmet Erbey ê di Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê de jî sirgûnî Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê hat kirin.

Ji xeynî vê li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê înfaza Mehmet Dargayê 32 sal in girtiye hat şewitandin û ew xistine hucreya yekkesî.

Îsmet Çardak ê di Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê de ku nexweşîna “genetîk mîopatî” lê peyda bûye, piştî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ” nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne” hat berdan.

ATK’ê di meha Çileyê de rapor dabû Çardak, lê ji ber nivîsa midûriyeta polîsan a Amedê ku gotibû “ji bo civakê xetere ye” berdana wî hatibû astengkirin.

Piştî vê parêzerên Çardak îtiraz kirin.

Piştî îtiraza li Dadgeriya Înfazê Çardak hat berdan.

Îsmet Çardak bi sandalyeya biteker ji girtîgehê derket.