Girtiyên piştî hevdîtina malbat û parêzeran vedigeriyan qawîşan û di lêgerînê de derxistina pêlavan li wan ferz kirin.
Girtiyan jî, ev pêkanîn weke heqaretê dîtin û red kirin.
Gardiyanan êrîşî girityan kirin û ew derb kirin.
Parêzeran diyar kir ku ev 2 hefte ne ferzkirina derxistina pêlavan didome û gotin:
Pêlavên girtiyan nayên teslîm kirin. Girtiyan diyar kirin ku ew ê serlêdana sûc bikin û heta dawiyê li dijî her cure zextan li ber xwe bidin.
Sedema vê ferzkirinê ji girtiyan re nabêjin.