Li Wanê, çalakiya Nobeta Edaletê, bi pêşengiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’ê di roja 63’an de ye.

Hevseroka TUHAY-DER’ê Edîbe Babur çû serdana çalekgeran û bang li Wezareta Dadê û CPTê kir ku demildest deriyê Girtîgeha taybet ya Imraliyê vekin.

Li Stemboolê, Nobeta Edaletê bi pêşengiya MATUHAY-DER, li avaniya DEM Partiyê ya Esenyûrtê, di roja 55’an de ye.

Hevserokê Federasyona Komeleyên Mûşê Hakîm Tokmak têkildarî Meşa Mezin a Azadiyê agahî dan û got; Li tevahiya Kurdistanê hevalên me, parlamenterên me, hevserokên me yên bajar û navçeyan û gelê me di Meşa Azadiyê de ye. Em daxwaza azadiya Rêbertiya xwe dikin.

Li Edenê, Nobeta Edaletê ya pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin, di roja 64’an de dewam dike.

Li Amedê jî, Nobeta Edaletê, li avahiya DEM Partî, bi pêşengiya TUAY-DERê hate dest pê kirin û di 62’an de dewam dike.

Di serdana komên cûda de, Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray û parlamentera DEM Parti Ceylan Akça Cupolo axivîn.

Kesên axivîn gotin: Li Qers û Wanê Meşa Mezin a Azadiyê destpêkirin. Ev meş, ji Kurdistan heta Tirkiyê, destê aştiyê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, berpirsiyartî dikeve ser milê gelên Tirkiyê teva. Divê bi Rêber Ocalan re li ser masa aştiyê rûnin. Ji grevên birçîbûnê heta Nobeta Edaletê û meşa azadiyê, yekane daxwaz azadiya Rêber Apo ye.

Li Elih û Mêrdînê jî, Nobeta Edaletê dewam dikin û her roj komên gel diçin serdana çalekgeran.

Di serdanan de derbarê “Meşa Mezin a Azadiyê” de agahî tên dayin û bang li tevahiya gelên Tirkiyê têne kirin ku aştî û çareseriya mesela Kurd û azadiya Rêber Ocalan, yekane rizgariya ji kaos û krîzan e.