Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got:
Vê bûyera ku bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn em xemgîn kirin.
Pêşî em dibêjin, rahma xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dayî be.
Em ji malbatên wan re sersaxiyê û ji birîndaran re şifayê dixwazin.
Em êşa gelên Rûsyayê parve dikin, bila serê wan saxbe.
Vê êrişa hovane ya DAIŞ’ê bi tundî şermezar dikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, ku DAIŞ’ê bi vê êrişê careke din dijminahiya xwe li mirovahiyê nîşan daye û got,
Dewleta Tirk û desthilata AKP-MHP’ê DAIŞ’ê têr dikin û berê êrişên wê diyar dikin.
Ew DAIŞ’ê li dijî her kesî didin bikaranîn, bi DAIŞ’ê her kesî tehdît dikin û dixwazin tawîzan ji wan bigirin.
KCK’ê destnîşan kir, ku dewleta Tirk a dagirker bi vê yekê dixwaze polîtîkayên xwe yên qirker û mêtînger bi her kesî bide qebûlkirin û got,
dewleta Tirk ji bo polîtîkayên xwe yên osmaniya nû bixe pratîkê DAIŞ’ê bi kar tîne.
Divê êdî her kes vê rastiyê bibîne û bibe xwedî helwest.
Pir zelal e, ku êrişa li Moskowê bi vê armancê hatiye kirin.
Desthilata AKP-MHP’ê ji bo daxwazên xwe bi Rûsyayê bide qebûlkirin, ev êriş da kirin.
Êrişa li Îranê jî û ya li Rûsyayê jî ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin.
Weke tevgera ku li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê û faşîzma wê herî zêde têkoşîn kiriye û berdêl daye, em car din diyar dikin ku em her tim bi gelan re ne û ji ber vê êrîşê car din ji hemû gelê Rûsyayê re sersaxiyê dixwazin.