Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên dawî yên gerîla û encamên êrişên dagirkeriya Tirk ragihandin.

HPG têkildarî çalakiyan van agahiyan dide:

19’ê Adarê Gerîlayan li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, û gerîlayên YJA-Starê li Girê Şehîd Kamûran ê Xakurkê bi çekên giran 3 caran li artêşa Trik dan.

HPG diyar dike, ku artêşa Tirk li dijî çeperên şer ên gerîla li Girê Amêdiyê 4 caran bi teqmeniyên qedexekirî êriş kirine.

HPG radigihîne, ku dagirkeriya Tirk ji 16ê Adarê eta 23’ê Adarê bi balafirên şer li ser Herêmên Parastinê yên Medya gelek êriş pêk anîne û van agahiyan dide:

Li Garê, qadên Dêreşê, Deşta Kafya, Zengil, Bîrê, Gûzê, Şiyê, Çemrobotkî,

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, qadên Girên Cûdî, FM, Bahar û Amêdiyê,

Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm a Zapê,

Li Metîna, qadên Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî, Bazê, li Xakurkê, qadên Kolît, Sinînê, Şehîd Şerîf, li Qendîlê qadên Kortek, Sil û Bêpala, dewleta Tirk a dagirker tam 64 caran ev qad bi balafirên şer bombe kirin.

Wekî din 14 û 17ê Adarê li hin qadên Metîna û Xakurkê bi helîkopteran hatin bombekirin.