Kurdistaniyên li bajarê Fresna Strasbourgê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li stasyona trenê ya navendî kom bûn û gotin:

“Faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo cîhanêteva metirsînî ye.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Zînê Helena Dersim axivî û diyar kir ku êrîşa faşîzan ya li Brûkselê, ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye organîze kiri û got;

Dewleta Tirk û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li şûna çareseriya demokratîk, di şer de israr dike.

Faşîzm nikare Kurda bitirsîne. Yekane riya çareseriya pirsgirêka Kurd misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Velî Tekîner jî axivî û got;

Di salên 2013 û 2022’an de li Parîsê li dijî Kurdan komkujî çêbûn.

Eger Frensa û tevahiya Ewropa ev komkujî eşkere kiribane û sucdar dadgeh kiribane, îro li Burkselê jî komên faşist nikaribûn êrîşî Kurdan bikin.

Welî Tekîner, destnîşan kir ku dewletên Ewropa çavên xwe ji faşîzma Tirk re digirin.

Divê zanibin ku Faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo cîhanê jî metirsînî ye.

Divê gelê Kurd li her derê rêxistinbûna xwe xurt bike.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.