Şoreşgera enternasyonalîst a Yewnan Elefterîa Fortûlakî, di 24’ê Adara 2006’an de li Atînayê bi şewitandina bedena xwe deng da têkoşîna Kurdan.

Elefterîa Fortûlakî li cihê ku çalakiya xwe li dar xistibû bi pêşengiya Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê hat bibîranîn.

Piştî deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê di şexsê Eleftherîa Fortûlakiîde, li ser navê Navendê Xalo Amed axaftinek kir.

Li ser navê Înîsiyatîfa RîseUp4Rojava peyama nivîskî hat xwendin.