Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpa ji bo meşa 17’ê Sibatê ku wê li bajarê Koln ê Almanyayê were lidarxistin, peyamek weşand.

Peyama KCDK-E’yê bi vî rengî ye:

Pêngava azadkirina Rêber Apo ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de destpê kir, her ku diçe mezin dibe.

Di çarçoveya pêngavê de, wê di 17’ê Sibatê de li bajarê Koln meşeke navendî pêk were.

Bi vê meşê em dawî li 25 salên tecrîd, êşkence û bêhiqûqiyê bînin!

KCDK-Ewrûpayê ev bang li pêkhateyên xwe kir.

Divê li hemû welatan, meclîs, komîsyon, komun bi lez û bez kar û xebatê xwe bigihînin asta herî bilind.

Bi taybetî di navbera 1-17’ê Sibatê de hemû xebat û çalakiyên heremê bidin sekinandin.

Divê hemû pêkhateyê me giraniyê bidin vê meşa navendî.

KCDK-Ewrûpayê dawî ev bang jî li raya giştî ya azadîxwaz kir:

Em li bendê ne ku li gelê xwe yê welatparêz, jin, zarok, extiyar û ciwan û dostên me hemû beşdarî meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê bibin.

Em bi hev re kolanên Kolnê bi dengê Azadî bihejînin, azadiya fîzîkî ya Rêber xwe misoger bikin.