Girtî Kenan Bakay, piştî 30 salî ji girtîha Şakranê, di 20 Nîsanê de hat berdan û ji hêla TUAY-DER, DEM Partî û DBP’ê ve bi girseyî hat ziyaret kirin.

Kenan Bakay, di sala 1994’an de li gundê Lêfê yê girêdayî navenda Sêrtê hate binçavkirin û ji aliyê dadgeha taybet a DGMê ve bi cezayê muebbetê hate ceza kirin.

Kenan Bakay, di pêvajoya 30 salî de li girtîgehên Sêrt, Amed, Ordu û herî dawî jî li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hate girtin û di 20’ê Nisanê de hate berdan.

Kenan Bakay, Nûnertiya TUAY-DERa Sêrtê, parlementera DEM Partî Sabahat Erdogan Sartitaş, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê, li Gundê Lêfê yê girêdayî navenda Sêrtê bi girseyî hat ziyaret kirin.