Koordînasyona KJK’ê êrişa li ser kedkarên çapemeniyê yên li Ewropayê û binçavkirina şoreşgerên Kurd wekî ‘Êrîşeke NATO’yê’ bi nav kir. Her wiha di salvegera wê qirkirina ermeniyan şermezar kir

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:

“Balkêş e ku piştî berxwedana dî rokî ya gerîla ya li Zapê û çalakiyên ku kirin, her wiha piştî 8’ê Adarê, Newrozê û biryardariya têkoşîn û xwedîderketinê ya gelê me di hilbijartinên xwecihî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîşan da, ev êrîş hatin kirin.

Hêzên hegemon li hemberî berxwedan, têkoşîn û berxwedêriya PKK û gelê Kurd ketine nava panîkê.

Êrîşên li Bakur û Başûrê Kurdistanê yên li ser gerîla, li gel planên qirêj ên li dijî siyaseta demokratîk a Kurd a li Tirkiyeyê, binçavkirina şoreşgerên Kurd, xebatkar û saziyên çapemeniyê yên li Tirkiye û Ewropayê, êrîşeke NATO’yê ye.

KJK’ê got:

Em vê yekê ji Fransa, Elmanya, Belçîka û hemû welatên Ewropayê re dibêjin:

Gel û zarokên Kurd DAÎŞ têk birin û berdêlên giran dan. Yên ku Ewropa ji belayê DAÎŞ’ê parastin zarokên gelê Kurd, gerîlayên PKK û hêzên YPJ-YPG’ê bûn. Bi têkoşîn û berxwedana xwe pêşî li DAÎŞ’ê girtin. Yên ku wê rojê ji bo vê li çepikan didan, îro ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj êrîşî saziyên gelê Kurd dikin, şoreşgerên gelê Kurd digirin.

Ji bo rejîma şerê taybet a Erdogan-Bahçelî li ser piyan bihêlin ku vê rejîmê DAÎŞ parast, xwedî kir û weke amûreke gefxwarinê bi kar anî, êrîşî Kurdan dikin.

KJK’ê bang li van hêzan kir ku dest ji polîtîkayên xwe yên qirêj û tarî berdin, got: Em dixwazin bi bîr bixin ku ev êrîş li dijî rêbaza têkoşînê, jiyanê, feraset û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê kirin.

KJK’e diyar kir,
Di pêvajoyeke welê de ku dijberiya di asta herêmî û global de dewam dike, bang li şefê faşîst R.T. Erdogan hate kirin ku biçe DYE’yê, piştî bi salan serdana Iraqê kir, Serokkomarê Elman serdana Tirkiyeyê kir, ku ev hemû hevdîtinên dîplomatîk ên bi hêzên herêmî re li ser dijberiya li PKK û Rêber Apo têne kirin.

Di vê pêvajoyê de ku tê xwestin, siyaseta herêmê ji nû ve bê dîzaynkirin, wê ti carî destûr neyê dayin ku tasfiyekirin bibe para gelê Kurd.

Cihê şermê ye ku Belçîka nirxên azadiya çapemeniyê û mafên mirovan dike qurbanê bazariyên qirêj ên bi Tirkiyeyê re.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de her wiha bi boneya salvegera wê, li ser qirkirina Ermeniyan jî rawestiya.

KJK’ê got:

Îro salvegera êrîşa li dijî gelê Ermenî ya di 24’ê Nîsana 1915’an de ye. Em careke din vê qirkirinê bi tundî şermezar dikin. Erîşa qirkirinê ya topyekûn a li ser gelê Kurd jî awayekî polîtîka û êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Ermenî ye.

Em bang li hemû beşên civakê yên ku li dijî qirkirin û komkujiyan têdikoşin, dikin ku li dijî qirkirin û êrîşên dewleta Tirk ku li dijî gelan pêk tîne, têkoşîna xwe mezintir bikin û van êrîşên dewleta Tirk a dagirker pûç bikin.