Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG bi boneya hefteya lehengiyê daxuyanî da, şehîdên doza azadiyê bîranî.

NPG’ê da zanîn Rêber Apo ku di rojeke Newrozê de derketinek kir, bi wê re Serdema Lehengiya Neteweyî ya herî rêxistinkirî û nûjen a gelê Kurd destpê kir û wiha got:

Pêşengên damezrîner ên Tevgera Azadiyê, bi hişmendî, dil û canê xwe îdeolojiya Apoyî serketî kirin û gelê newrozê afirand. Lehengên dîroka nû ya gelê Kurd nivîsîn mohra xwe li paşerojên azad dan. Ew bûn navê sekna fedayî ya îdeolojiya Apoyî.

Sekna dîrokî ya Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan a li Zîndana Amedê, ruh û xeta berxwedana Partiya me diyar kir. Hevrê Mahsûm Korkmaz ê ew ruh weke rênîşandêrê xwe girt, berê xwe da çiyayên Kurdistanê, dest bi Gerîlatiyê kir, bi Pêngava 15’ê Tebaxê, şêwaza têkoşîna fedaî xist pratîkê.

Em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî, minetdarî û dilsoziyeke kûr bi bîr tînin û dibêjin di her mercî de em ê şopdarê xeta wan bin, ti carî tawîz nedin.

NPG’ê got; Îro, têkoşîna gelê me ya şoreşgerî de, bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, pêşketinên dîrokî bidestdixe. Gerillayên Azadiyê bi rihê fedaî yê Apoyî têkoşînê dikin û destketiyên mezin bidestdixin.

Em gelê Kurd ê leheng ku li ser şopa lehengên xwe bê teredût dimeşe, hişmendî û dilê wan kirine rênîşana xwe û bi pîrozkirina Newroza Azadiyê bi rengekî heybet xwedî li lehengên xwe derketine, silav dikin. Teqez wê serketin a gelê me be.