Daxuyanî wiha ye;
“Em li ser navê xelkê Asûrî / Suryanî / Keldanî di hilbijartinên şaredariyê de piştgiriyê didin DEM Partiyê.
Em bang li gelê xwe dikin ku li her qada lê dijîn, li dijî qeyûman; bi DEM Partiyê re tevbigerin û piştgiriyê bidinê.”
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji 2014’an ve şaredarî ji aliyê qeyûman ve hatine dagirtin û wiha dewam dike;
“Ji bo azadiya siyasetmedarên girtî, ji bo aştî, wekhevî, demokrasî û azadiyê deng ji DEM Partiyê re ne.
Em bi DEM Partiyê re ne ku li her qadê ji bo her kesî demokrasiyê diparêze!”