Abdulhalîm Kaya 86 salî ye, bi hênceta tevlî daxuyaniyê bû, 2008’ê derbarê wî de doz hat vekirin, cotmeha 2021’ê ameliyat bû, hêj birînên wî baş nebû, 14’ê cotmehê heman salê hat girtin, ev 5 salin girtiye niha li girtîgeha Elihê di tîpa M de dîl tê girtin.

Kurê wî Abdulhalim Kaya derbarê rewşa bavê xwe de axivî û wiha got.

Bavê min 86 salî ye, nexweşiya şekir, tansiyon, gurçikê pêre heye. Bi kursiya bi teker dikare hereket bike, nikare rabe û rune. Ji Êlihê bi destkelemçekirî û çavê wî girtî dibin Stembolê. Saziya tiba Edlî ya Stenbolê tevî ew qas nexweşiyên wî hene, rapora dikare li girtîgehê bimîne’ da bavê min.

Îsmaîl Kaya yê duşemê çû serdana bavê xwe vê agahiyê da:

Em malbatî çûn cem bavê min. Li ser kursiya bi teker û alîkariya gardiyanan hat. Hevalekî bavê min ji min re got ku ew li gel 23 kesan dimîne. Rewşa bavê te pir xirab e, li ber mirinê ye, her roj heya sibehê bi dorê em li ber serê wî ne.

Bi rastî jî rewşa bavê min pir xirab e, nizane bê ka li ku ye, dema em çûn cem, me nasnekir. Bes digot ez pir nexweş im. Ez ji vir bang li hemû mirovahiyê dikim, bavê min gelek nexweş e. Bila bavê min û hemû girtiyan berdin.

Yek ji girtiyên nexweş û bi temen Omer Yaman e, li girtîgeha Tokat Tîpa T dimîne.

Omer Yaman 25 salin girtiye, 80 saliye û gelek nexweşiyên wî hene.

Keça wî Nadîre Yaman derbarê nexweşiyên bavê xwe de axivî û vê bangê kir.