Di beyannameyê de tê gotin ku ewê di her qadê de zarokan esas bigrin.

Beyanname li Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen a li navçeya Sûrê ya Amedê hate xwendin.

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, namzetên hevşaredariyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji hêla Hevbedevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê û Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş ve hate xwendin.

Berîtan Gûneş qala li dijî xebatên Şerê Teybet kû li ser navê tarîqatan têne birêvebirin û belakirina maddeyên hişbir tedbîrên xwe, ji bo pêşî li zewacên di zarokatî de têne kirin bigrîn û zarok perwerdeya xwe dewam bikin ewê têkoşînê bilind bikin.

Di beyannameyê de tê destnîşankirin ku ewê di hemû xebatên xwe de belgeyên mafên zarokan ên navnetewî, bi taybetî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî wekî referans bigirin.

Di beyannameyê de ev xalên girîng derketin pêş: