Kurdistaniyên li Swisre û dostên gelê Kurd, li 7 bajarên Swisre, Aaraû, Bîel, Solothûrn, Lûzern, Basel, St. Gallen, Rapperswîl, Wîntherthûr û Bernê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Li gelek bajaran, ciwanan bi meşên meşaleyî Newroz pîroz kirin.

Di hemû pîrozbahiyan de, hate diyar kirin ku, Kurd wê ji bo serketina pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ têkoşîna xwe bidomînin.