Li Swisre, bajarên Biel û St. Gallen, li Qibris û li Elmanya jî li gelek bajaran Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Li Elmanya bajarê Esslingen bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) Newroz hate pîroz kirin.
Piştî rêzgirtinê peyama Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Elmanyayê (KON-MED) hate xwendin û hate gotin ku, heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe her roj Newroz e.
Piştre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê Mesût Dogan axivî û hemû şehîdên Newrozê bibîrnîn.
Pîştî axaftinan, meşeke bi meşaleyî hate pêkanîn.
Li Swisre, bajarên Biel û St. Gallenê, bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê lagirê Newrozê hate pêxistin.
Di pîrozbhiya St Gallende, nûnerên CABî û SP amade bûn.
Parlamentera Partiya Keskan, yek ji hevalên Têkoşîna Azadiya Kurd û endamê akademîsyenê Komîteya Piştgiriya Rojava Jeyakumar Thurairajah axaftinek kir û Newroz pîroz kir.
Li Qibrisê, bajarê li gundê Alassa, bi coşeke mezin Cejna Newrozê pîroz kirin.
Di pîrozbahiya li gundê Alassa, Kurdistanî û dostên wan amade bûn û agirê Newrozê pêxistin.
Di destpêkê de Şaredarê Kato Polemîdya yê Lîmasolê Nikos Anastasiu û siyasetmedar Lezgîn Serhat axaftin kirin.
Piştî axaftinan Hunermendê TEV-ÇAND’ê Kawa Urmiyê, hunermendên Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê û Koroya Zarokan a Teofilos stran gotin.