Li gundekî Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di encama teqînekê de serçeteyekî bi navê Ebû Dirai Mix hate kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, li Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di wesayita serçete Ebû Dirai Mix de teqînek pêk hat.

Hate ragihandin ku teqîn li gundê Barih ê Tirkmenan pêk hatiye. Di encama teqînê de serçete hate kuştin û kesên din ên di wesayita wî de birîndar bûn.