Newroz li Swisre bajarên Zurîch, Cinevê û Bernê hate pîrozkirin.

Li Zurichê, Kurdistanî û dostên Kurdan êvarê li Hevetîaplatzê Newroz Pîroz kirin.

Li Cinevê, Kurdistanî û dostên wan li qada Plaînpalaîsê,
Li Bernê jî, li kampa Gûrnîgelbad, Newroz bi coş pîroz kirin û hate diyar kirin ku pîrozbahiyên Newrozê yên li Swîsreyê wê heta 23’ê Adarê bi çalakiyên cûda dewam bike.

Li Ewropa j Newroz bi hate pîrozkirin.

Li Elmanya bajarê, Hambûrgê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) bi meş û mitiga li taxa Gansemarktê Newroz hate pîroz kirin.

Li Kasselê, li payîtext Berlînê jî Newroz bi dirûşmeya “Newroza azadiya Rêber Apo” hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiya Berlînê de, resepsîyonek hate amade kirin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tevlî resepsiyonê bûn.

Ji komîteya amadekar Nure Alkiş axivî û got:

“Newroz ji bo me tê wateya vejîn û berxwedanê.

Nurê Alkiş bal kişande ser tecrîdgirina ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û got;

Ji bo şikandina vê tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em ê têkoşîna xwe berfireh bikin.

Parlamentera eyaletê ya Partiya Çep (Die Linke) jî axivî û got:

Newroz ji bo Kurdan sembola berxwedanê ye. Ji bo vê jî Kurd têkoşîna cîhanek azad, civakek bêmêtingeh û civakek ku wekheviya zayendî lê serwer be têkoşînê dikin.

Resepsiyona Newrozê bi stranan bi dawî bû.

Li bajarê Birêmen û Kolnê jî, bi meşale û gera li kolanan Newroz hate pîroz kirin.

Li Hollanda bajarên Den-Haggê û Amsterdamê jî Newroz bi çoşeke mezin hate proz kirin.

Li Frenasa Payîtext Parîsê, li banliyoya Vîllîers le Bel agirê Newrozê hate pêxistin û bi coşeke mezin hate pîrozkirin.