Di qada navneteweyî de jî ji bo êrîşa polîsên Federal ên Belçîkayê ya li dijî stûdyoyên Medya Haber TV û Sterk TV’ê nerazîbûn hatin nîşandan.

Alîkarê Serokê Giştî yê Parêzerên Sînornenas û Parêzerê Baroya Parîsê Etîenne Lesage têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

Parêzer Lesage anî ziman ku êrîşa polîsan a li dijî Medya Haber û Stêrk TV’ê di çarçoveya siyasî de pêk hatiye û got:

“Ez dixwazim vê yekê bidim zanîn ku ne cara ewil e li dijî bînayên medyaya Kurdî yên li Belçîkayê êrîş pêk tên.

Heman êrîş di sala 2010’an de jî pêk hatibû bêyî lêpirsînekê û hemû ekîpmanên stûdyoyê hatibûn desteserkirin.

Tevî van yekan em bi awayekî hêsan dikarin bibêjin ku ev êrîş, êrîşeke siyasî ye.

Di navbera dewletên Belçîka û Fransayê de peymanên dualî hene.

Hewce ye medyaya Kurdî ji bo îtîraza van yekan gavên pêwîst biavêjin.

Helwesta polîsan ne hiqûqî ye û her wiha sosrete.

Lê belê beriya destpêkirina prosedûran protestokirina van kiryarên polîsên Belçîkayê gelekî girîng e.

Ji bo betalkirina vê lêpirsînê divê serî li sazîyên Belçîkayê were dayîn.

Ez gelekî xemgîn im ku li dijî saziyeke medyayê êrîşeke bi vî rengî pêk hatiye ku deriyê saziya medyayê ji her kesê ku dixwaze xwe bi awayekî azad îfade bike re vekirî ye.

Serdegirtinên li dijî çapemenî û televizyonan gelekî kêm in, zû bi zû pêk nayên.

Ev êrîşeke pir ecêb e û zirar daye demokrasî û hiqûqê.”

Parêzerê Baroya Parîsê Etîenne Lesage destnîşan kir ku nêzîkatiya dewleta Fransayê ya demên dawî ya li dijî gelê Kurd fikaran çêdike û wuha bertek nîşan da:

“Helwesta dewleta Fransayê û welatên din ên Ewropayê ya li dijî gelê Kurd bi fikar in.

Dewleta Fransayê li şûna ku weke welatên din parastina mafên mirovan bike, bi temamî têkiliyên dîplomatîk tercîh dike.

Her wiha diyar e ku van tercîhên xwe di çaorveya NATO’yê de dike ku xwedî tifaqên berfireh ên leşkerî ne.”