Pêşbirka Çîrok û Helbestan ya Huseyîn Çelebî, ji sala 1993’an û vir ve her sal bi rengekî kevneşopî tê pêkenîn.

Îsal jî, 31mîn pêşbirka Huseyîn Çelebî, wê bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê -YXK û Jinên Xwendekar yên Kurdistanê -JXK, werê pêkanîn.

Komîteya amadekar, bi armanca tevlîbûna pêşbirkê daxuyaniyek da û got;

“Em kêfxweş in ku bang li we dikin ji bo beşdarî Pêşbirka Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî ya 31mîn bibin.

Pêşbirk wê di 12’ê Cotmeha 2024’an de li Berlînê werê pêkanîn.

Sihsal in em hurmeta xwe nîşanî mîrateya Huseyîn Çelebî didin ku yek ji damezrînerên rêxistiniya xwendekarên Kurd ya li Ewropa ye.

Yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurd ya li Elmanya ye.

Biryardariya wî bû pêşeng ji karên çandî û siyasî yên gelek nifşên dîaspora Kurd.

Ev çalakiya wêjeyê jî, bi tevkariya we tê pêkanîn. Hûn dikarin helbest, çîrokên xwe bi zimanên Elmanî, bi Kurdî bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî (Zazakî) yan jî bi Tirkî binivîsîn û bişînin.

Berhema we li malê, dibistanê, zanîngehê, yan jî li girtîgehên li Elmanya yan jî Kurdistanê dikare bê nivîsandin.

Berhema xwe heta 5’ê Tebaxê bi riya e-maîlê bişînin vê navnîşanê.

[email protected]

Yan jî berhema xwe bişînin vê navnîşanê:

Ferat Koçak
Schierker Straße 26, 12051 Berlin”