Doh cejna baweriya Zerdeştiya bû

Cejna Eşû bi tevlîbûna Zerdeştî û gelek kesan doh piştî nîvro li navenda Zerdeştiyên Kurdistanê ya li Silêmanî bi ahengekekê hat pîroz kirin.

Pêşî agir hat dadan, sirûda baweriyên Zerdeştî hat gotin, Asrewan Wadirok ji kesên amade re behsa jiyana Eşû Zerdeşt û Gateyên Zerdeşt kir.

Balkişand ser destpêka avabûna Ola Zerdeştî û bilindbûna Zerdeştîtiyê.

Nûnerê Zerdeştiyan li Wezareta Karûbarên Olî ya li başûrê Kurdistanê Awat Hisameddîn li ser cejna Aşû got:

Em li bajarê Silêmanî bi hev re bi aramî dijîn, bang li partiyên her çar hêlên Kurdistanê dikim, yekrêz bin, bi hev re ji bo yekrêziya Kurdan kar bikin.

Ger em dibêjin Kurdistan yek parçeye, wê demê divê em her çar hêlên Kurdistanê weke mala xwe bibînin.

Paşê li ser gateyên zerdeştiyê sînevizyon hat pêşandan, beşdaran jî behsa dirûşmeyên Ola Zerdeştî kirin.

Di dawiya merasîmê de jî şîranî li beşdaran hat belavkirin, bi gerandina govendê, pêxistintina agir û stranan Cejna Eşû Zerdeşt hate pîrozkirin.