Li paytexta Rusya Moskova her sal pêşbirka govendê pêktê.

Pêşbirg îsal 9’ê adarê li qesra Çandê ya zanîngeha Ragihandinê ya Rûsya pêkhat.

80 komên govendê beşdarî pêşbirkê bûn. Gelek ji van koman di pêşbirkên navneteweyî de xelat wergirtine.

Koma govendê ya Rûken a Kurdan beşdarî pêşbirkê bû, di beşa folklorê de xelat girt

Koma govendê ya ‘Ruken’ xwepêşandana bi navê “çîrokên Kurdan ên çiyayên Colemêrgê” nîşan da, rastî eleqeyek mezin hat.