Namzetê hevşaredariya Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk, li navçeyên Qoser û Artukluyê xebatên hilbijartinê dimeşîne û bang li gel kir ku biçin ser sindoqan.

Ahmet Turk di serdana esnafan de axivî û diyar kir ku heke îradeya gelê Kurd di sindoqan de bi hêz bibe wê zêdetir nêzî armancên xwe bibin û got;

Ev hilbijartin her çiqas hilbijartinên şaredariyan jî bin, weke referandumê têne dîtin.

Divê Kurd di vê hilbijartinê de peyamê bidin.

Gelê Kurd bi hilbijartinên herêmî re wê çand, ziman, nasname û vîna xwe biparêze.

Armanca me ya yekemîn aştiya li van xakan e.

Heke vîna me li ser sindoqan derkeve holê, em ê ji bo aştiyê gaveke din biavêjin.

Bi salan e em li ser van axan bi hev re dijîn.

Em dixwazin jiyanek ku her kes ziman, çand û nasnameya xwe bi azadî bijî ava bikin.”

Ahmet Turk, herî dawî bal kişand ser girîngiya şaredariyan û got;

2 serdem e qeyûm tayînî îradeya gelê me dikin.

Gelê me ji we ne razî ye. Îradeya gel wê careke din di sindoqên ku di 31’ê Adarê de bên lidarxistin de derkeve holê.

Em ê careke din werin xizmeta gelê xwe bikin.

Em ê her cure derfetên şaredariyê pêşkêşî gelê xwe bikin.

Ji hilbijartinan re tenê çend roj man e. Divê em di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan û xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin.

Ji bo ku em bi erka xwe rabin û îradeya xwe diyar bikin û piştî dengdanê em sindoqan terk nekin.