Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayilk salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir û got, “PKK’ê, gelekî li ber mirinê bû kir hêviya cîhanê. Ji ber vê yekê mirovahî PKK’ê, Kurdan, Rêber Apo ji xwe re dike mînak.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê peyamek bi dîmen weşand. Peyama Cemîl Bayik wiha ye:

“Damezrandina PKK’ê ji bo me, ji bo gelê me cejn e. Bi vê wesîleyê cejna vejînê li Rêber Apo, PKK’ê, xebatkarên PKK’ê bi taybetî jî li gerîla, berxwedêrên li zindanan, gelê me û tevahiya dostên me pîroz be. Di şexsê hevalê Hakî Karer de şehîdên azadiyê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Soza ku me dane şehîdan, rêbertî û gelê Kurdistanê dubare dikin.

Dema ku qala PKK’ê tê kirin Rêber Apo û şehîd têne bîra mirovan. Ji ber ku PKK piştî şehadeta hevalê Hakî ava bû. Rêber Apo bi vî rengî xwedî li girîngiya hevrêtiyê derket. Eger Rêber Apo têkoşîneke mezin da destpêkirin, sedema vê hêrsa wî ya mezin bû. Di şoreşgeriyê de du hest hesas in. Ya yekemîn hêrs e, ya duyemîn jî hezkirin e. Li gel Rêber Apo herdu jî mezin e. Ji ber vê yekê têkoşîneke mezin, nirxên mezin afirand. Rêber Apo piştî vê hêrsê li dijî dewleta dagirker, qirker rabû ser piyan. Siyaseta qirkirinê ya dijmin a li ser gelê Kurd qebûl nekir. Her wiha rewşa ku gelê Kurd tê de bû qebûl nekir. PKK tê wateya rabûna li ber zilm, bêedaletî, qirkirin û koletiyê ye. Biryardariya li ser azadî û demokrasiyê ye. Rêbertiyê aşiqê azadiyê hîn li gund bû dest bi têkoşîna demokrasî û azadiyê kir.

Eger du jiyana xwe nexe bin xizmeta azadiya gelê Kurd tu nikare li Kurdistanê li ber dijmin rabe. Tu li ber rabe jî tu nikare encamê bi dest bixe. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo fedayîtî ji xwe re kir esas. Tenê bi milîtaniyeke fedayî gelê Kurd ji xewa mirinê dikarîbû bihata hişyarkirin. Ji hinekan hebû ku ji bilî fedayîtiyê dikare li ber dewleta Tirk rabe, dikare şoreşgeriyê bike û encamê bi dest bixe. Lê belê tenê xwe xapandin. Dawiya dawî her kesî dît ku ji bilî milîtaniya Rêbertî afirandiye kes nikare li ber dagirkeran rabe û gel biparêze. Rêxistinên ku serî li rê û rêbazên cuda dan îro ti ji wan nîne. Yê ku li Kurdistanê guhertin û veguhertin pêk anîn Rêber Apo û milîtanên wî ne.

CIVAKA KURD GELEKÎ BÊHÊVÎ BÛ

PKK di nava şert û mercên giran de têkoşîneke mezin dimeşîne. Li cîhanê, ti şoreşger bi qasî şoreşgerên Kurdistanê di nava zor û zehmetiyên giran de derbas nebûn. Ev rastî ye. Ji ber ku dijminê gelê Kurd xurt e. Li Kurdisatnê siyaseta qirkirinê dimeşîne. Ji ber vê yekê şoreşa Kurdistanê ji şoreşên cîhanê hemûyan zehmetir e. Lê belê Rêbertî ti carî ji ber nebûna derfetan negot ku ew nikare têbikoşe. Ti carî gilî û gazin ji vê yekê nekir. Berevajî vê yekê her tim ji bo jiholêrakirina zehmetiyan rêyek peyda kir û di encamê de jî têkoşîn mezintir kir. Rêbertî di nava şert û mercên gelekî giran de gelê Kurd bi pêş ve bir. Gelê Kurd hîn kir ku bi çi rengî dikare li ber zor û zehmetiyan rabe û çawa dikare bi ser bikeve. Ji ber ku dagirkeran bêhêvîtiyeke mezin xistibûn nava civaka Kurd. Rêber Apo li ber vê yekê rabû. Bi mînakekê vê yekê vedibêje: Li Amedê dema ku Kurdek bi Rêbertî re axive, jê re dibêje, ‘Kurd mirine, ma tu dikare dareke hişk şîn bike? Ev nepêkan e’. Rêbertî jî dibêje ku wî ew dara hişk ji nû ve şîn kirin. Rêbertî ti carî xwe ji zor û zehmetiyan nedaye aliyekî. Ji ber ku zane eger wan zor û zehmetiyan ji holê raneke wê nikaribe gelê Kurd ji mirinê rizgar bike. Rêbertî kir ku Kurd jî vê rewşê fêhm bikin. Lewma gelê Kurd xwedî li nirx û rûmeta xwe derket û rabû ser piyan.

Taybetmendiyeke din a Rêber Apo heye. Ev tevger ji dema ava bûye û vir ve li ser vê bingehê têdikoşe. Beriya her tiştî tuyê bawer bike, tuyê ji hêza xwe piştrast be, pêwistiya te bi çi hebe ji bo wê tuyê têbikoşe. Tuyê çareseriyê bi xwe re bibîne, ti carî çareseriyeke ku xwe dispêre hêzeke derve ji xwe re neke esas. Rêber Apo ji ber ku PKK li ser vê bingehê ava kir, serketin û destketiyên mezin bi dest xist. Ciwanên ku tevlî damezrandina PKK’ê bûn her tim ji bo gel xebitîn, ti carî nedan pey madiyat û desthilatdariyê. Pêwîstî bi tiştekî bi vî rengî nedîtin. Tenê derd û armanceke wan hebû; bersivê bidin pêwîstiyên gel, gel ji mirinê rizgar bike û ji bo azadiyê bijîn. Ji ber vê yekê her tiştên xwe da têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gel. Ji bo karibin destketiyan ji gelê Kurd re biafirînin canê xwe feda kirin. Gelê Kurd ji mirinê rizgar kirin, ji nû ve li jiyanê vegerandin. Gelekî ku li ber mirinê bû îro kir hêviya cîhanê. Ji ber vê yekê her kesên ku ji bo mirovahiyê, demokrasiyê û azadiyê têdikoşin, PKK, gelê Kurd û Rêber Apo ji xwe re dikin mînak.

Rêber Apo ne tenê tevgereke siyasî, leşkerî ava kir, bi esasî girîngî da perwerdeyê. Rêbertî bi PKK’ê re ji sedî 80’ê perwerde kir esas, tiştên din hemû ji sedî 20 e. Ji ber ku ji bo gelê Kurd perwerde kir esas. Jinûve zindîbûn û pêşketina gelê Kurd pêwendiya xwe bi vê perwerdeyê heye. Gelê Kurd bi PKK’ê, bi Rêbertî û bi milîtanên wê gelek destketî bi dest xist. Kes nikare van înkar bike. Her wiha hinekên ku îro xwedî hin derfetan e ev yek bi saya Rêber Apo bi dest xistine. Li şûna ku van derfetan ji bo xizmeta ji gelê Kurd re bi kar bînin, li dijî Rêber Apo, PKK’ê, gerîla û gelê Kurd bi kar tînin. Gelê me vê dibîne.

JINÊN KURD DESTANAN DINIVÎSÎNIN

PKK’ê hîn di rojên damezrandinê de jin û ciwan ji xwe re kir esas. Li ser vê bingehê veguherî tevgereke jin, ciwan û gel. Eger îro her kes xwedî li Rêber Apo û PKK’ê derdikeve sedema vê ev yek e. Rêbertî azadiya jinê ji xwe re kir esas. Ji ber ku dît bingeha azadiyana hemûyan azadiya jinê ye. Zanî bû eger jin azad nebe kes azad nabe. Lewma îdeolojî, felsefe, teorî, pratîk û rêxistina azadiya jinê afirand. Eger PKK bûye tevgereke gel sedem ev e. Weke ku tê zanîn li Rojhilata Navîn ji Kurdan û jinên Kurd bêhtir civakeke paşdemayî tune bû. Cîhanê jî bi vê zanî bû. Rêber Apo ti carî ev yek qebûl nekir. Ev yek ti carî li gel û jinên Kurd neanî. Bi hêrseke mezin li ber vê yekê rabû. Ji ber vê yekê di nava jin û gelê Kurd de guhertin-veguhertinên mezin afirand. Yên ku jin û gelê Kurd paşdemayî didîtin niha wan ji xwe re dikin mînak. Ji ber ku gel û jinên Kurd destanan dinivîsînin. Hem ji bo Rojhilata Navîn hem jî ji bo mirovahiyê.

Eger têkoşîna jinên Kurd îro ji jinên cîhanê re dibe mînak, ev yek bi saya keda Rêbertî ye. Lewma herkes deyndarê Rêber Apo ye. Ev deyn jî di her şert û mercî de divê bê dayin. Li cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo û PKK’ê kampanya têne lidarxistin. Ev yek jî nîşan dide ku gelê Kurd ji ku derê hatiye ku derê. Bi vê wesîleyê her kesên ku tevlî kampanya ‘Dem dema azadiyê ye’ bûne, her kesên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têdikoşin, her kesên ku ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ dixebitin silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim. Karekî pîroz dimeşînin. Her çend ji bo PKK’ê û gelê Kurd vî karî dimeşînin jî bi esasî ji ber ku paşeroja xwe di nava vê de dibînin vî karî dikin. Ji ber ku ev fêhm kirine xwedî li Rêber Apo û PKK’ê derdikevin û vê kampanyayê dimeşînin. Bawerim ku wê vê kampanyayê bi ser bixînin.

RÊBER APO, GERÎLA Û PKK TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA DIMEŞÎNIN

Weke ku tê zanîn em li dijî dijminekî gelekî hov têdikoşin. Li pişt vî dijminî sîstemek heye ku piştgiriyê dide. Berê hîn bêhtir piştgirî didan dewleta Tirk. Niha jî piştgiriyê didin, lê belê ne mîna destpêkê. Ev rewş ji ber xwe ve nebû, di encama têkoşîna me de bû. Her ku me têkoşîn mezin kir, me rûyê rast ê dewleta Tirk hîn bêhtir nîşanî her kesî da. Ji ber vê yekê jî yên ku piştgirî dida wan kêm bûn. Hinek niha piştgiriyê nadin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê hem li Tirkiyeyê hem jî li derve gelekî tengav bûye. Mîna berê piştgiriyê wernagire, ev yek rastiyeke. Rejîma AKP-MHP’ê hem li hundir hem jî li derve ji ber ku gelekî tengav bûye şerê psîkolojîk dimeşîne. Bi vî rengî dixwaze hem raya giştî yıa Tirkiyeyê hem jî ya cîhanê bixapîne. Têkoşîna me pêşî li vê yekê girt. Êdî nikarin kesî bixapînin. Ji ber ku me rûyê wan ê rast nîşanî her kesî dan. Lewma divê gelê Kurdistanê guh nede vê desthilatdariyê. Divê guh bide Rêber Apo, PKK û gerîla. Rêber Apo, gerîla û PKK têkoşîneke bêhempa dimeşînin. vê têkoşînê jî ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê dimeşînin.

Ji ber vê yekê fedayiyên vê tevgerê li Xakurkê, Avaşînê û Zapê destanan dinivîsînin. Ev ruh ruhê fedayî, azadî û demokrasiyê ye. Ji bo parastina nirxên mirovahiyê canê xwe didin. Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku nikare bi berxwedana fedayiyên destanan dinivîsîne, çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji wan hebû ku dema kîmyasalê bi kar bîne wê her kes dest ji berxwedanê berde û bi vî rengî di siyaseta xwe ya qirkirinê de bi ser bikeve. Lê belê fedayiyên Rêber Apo û gelê Kurd li ber kîmyasalê rabûn. Canê xwe dan, lê belê xaka xwe neterikand û derbên mezin li dijmin dan. Her kes vî ruhê berxwedanê ji xwe re bike esas wê bi ser bikeve. Ev ruhê berxwedanê nirxên mirovahiyê temsîl dike.

Rêber Apo bi vî ruhî dest pê kir û tevger gihand vê astê. Tevgera PKK’ê niha ji bo mirovahiyê bûye hêvî. Têkoşîna PKK’ê desthilatdariya AKP-MHP’ê aniye ber hilweşînê. Her kes vê dibîne. Em dikevin sala 44’an a damezrandina PKK’ê. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Çawa ku me bi têkoşîna xwe desthilatdariya AKP-MHP’ê aniye ber hilweşînê, di wê baweriyê de me ku vê salê jî em ê hilweşîna vê desthilatdariyê temam bikin. Em ê biharê li gelê xwe, gelên Tirkiyeyê û mirovahiyê vegerînin. Li ser vê bingehê em ê bi ser bikevin. Careke din cejna me ya vejînê pîroz dikim. Bijî Rêber Apo, bijî PKK.”