Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ya Ewropa, bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrîşa berfireh ya dewleta Tirk a dagirker û bang li gelê Kurd kir ku dakevin qadan.

HBDH got; Artêşa Tirk êrîşên xwe yên 16’ê Nîsanê li ser Başûrê Kurdistanê li derdora gundên Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê û Şêlazê yên Metîna gav bi gav ber bi eniyê ve berfireh dike.

Herêm bênavber bi balafirên şer û helîkopteran, ji bejahî jî bi roket û obusan tê bombekirin.

HBDH dazanîn ku, dewleta Tirk a faşîst û dagirker, li Zap û Garê şikestinên giran xwarin. Lê tevî vê yekê jî dev ji planên xwe berneda.

Dewleta Tirk sûdê ji şerê qirkirinê ya dewleta Îsraîlê, piştgiriya Emerîka û rêveberiya navendî ya Iraqê digire.

HBDH, gotinan serokê faşîst Erdogan ku got; Divê heta havînê pirsgirêka sînorê Iraqê ya Tirkiyê bê çareserkirin û korîdoreke tampon bê çêkirin û 30 kîlometre kûrahiya herêma ewlekariyê ya li ser sînorê Tirkiyê yê Sûriye jî bê bicihanîn” e bibînin û got;

Piştî planên dagirkerî û tasfiyekirina herêma Gerîla, wê dor were Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyê.

Ji ber vê yekê divê gelê me yê Kurd yê li Ewropa û hemû hêzên pêşketî-şoreşger yên Tirkiyê wateya mezin a vê êrîşa dagirkeriyê bibînin û bikevin nava liv û tevgerê û dakevin qadan.