Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê gerîlayeke azadiya Kurdistanî bi bîr anî.

HPG’ê got, hevrêya me Sarya Erez Dersim 23’ê Adara 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medya şehîd bû.

Em di salvegera şehadeta wê de hevrêya xwe Sarya bi hurmet û minet bi bîr tînin.

HPG’ê diyar kir, ku gerîla Sarya bi ruhekî fedayî bûye xwedî hewldan da paradîgmaya Rêber Apo li her qada jiyanê belav bike û got, ew her tim ji bo bicihanîna erkên xwe serketî bû.

Di serî de malbata wê ya hêja, em ji bo welatparêzên Kurdistanê hemûyan sersaxiyê dixwazin.

Em soz didin, ku xeyala hevrêya xwe ya Rêbertî û Kurdistana Azad bi cih bînin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Rêzan Çakar bi nasnav Sarya Erez Dersim, navê dayik Nedret navê bav Şêxmûs li Amedê ji dayîk bû, 23’yê Adara 2023’yan li Heremên Parastina Medyayê şehîd bû.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha qala şehîd Sarya kir:

Hevrêya me li Amedê li nav malbateke welatparêz ji dayîk bû.

Hê di temenekî ciwan de têkoşîna me ya azadiyê naskir.

Şehadeta xalê wê Eyûp Aslan û piştî wî beşdariya xalê din Reşît Aslan a li nav refên gerîla û dîlketina wî ya destê dijmin bandor li hevrêya me Sarya kir.

Ji ber vê yekê timî xwedî lêgerînekê bû.

Dema dît yekane hêza dewleta qirker têk bibe gerîla ye, berê xwe da partiya me PKK’ê.

Dema li Zanîngeha Mêrsînê beşa hemşîretiyê dixwend, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û 2013an bû gerîlayek.

Li Garê perwerdeya şervaniyê girt.

Bi taybetî di warê beşdariya li xeta jina azad de bû xwedî çalakbûneke xurt.

Piştî pêvajoya perwerdeyê li Garê beşdarî xebatên pratîk bû.

2014’an li Akademiya Şehîd Mahîr beşdarî perwerdeya pisporiyê bû.

Li Zap, Xinêrê, Şengal û Cîloyê gerîlatî kir.

Ji Zagrosan heta Şengalê pêwîstî li ku heba li wir bû.

Bi taybetî li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞê yên êrişî Êzîdiyan û jinan kirin, bû xwedî têkoşîneke bênavber.

2017an li Akademiya Şehîd Bêrîtan li ser pêşengiya jinê perwerde girt.

Li herêma Garê bi sekneke milîtanî ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû cihê baweriyê.

Li Qendîlê jî beşdarî kar û xebatên şoreşê bû.

Ew bû milîtaneke mînak a xwedî hişmendiya azadiya jinê ya PAJK’ê.