Li Eyn Îsa ruxmê êrîşên dewleta Tirk ên hovane jinên Eyn Îsa firina nanê Tenûrê vekirine.

Li Bakur û Rojihlatê Sûriyê ji destpêka şoreşa Sûriyê û heya roja îro hertim jin bi taybetî jinên siyasetmedar, kedkar, zane û dayîk bûne hedefa dewleta Tirk a sereke.
Li hemberî wê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyên jiyanê de xwe pêş xistin û şoreşa Sûriyê bi şoreşa jin hate naskirin.
Li Eyn Îsa ku her roj tê topbarankirin û bi dehan car komkujî hatine kirin, ji bo ku di aliyê derûnî û aborî de jin piştewaniyê bidin hevdu li Eyn Îsa firina nanê tenûrê hatiye vekirin.
Hevseroka Komîteya Şerdariyê ya Girê Spî Reca El Dahiş bal kişande ser pirsgirêk û zehmetiyên ku jin di dema şeran de pê re rû bi rû dimînin û got ku wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya zanebûn û îradeya ku ji şoreşê girtinî xwe rêxistin dikin û pêşî li trajediyên ku jin pêre rû bi rû dimînin digirin. Li ser vê esasê ji bo ku jin bikaribin di qada aborî de jî li ser pê xwe bisekine hin xebat pêş xistine ku yek ji wan projeya firina nanê tenûrê ye.
Reca El Dahiş wiha behsa çêkirina projeya firina nanê tenûrê kir; “Di dîroka 11.01.2021’an de li Eyn Îsa ji bo alîkarîdayîna jinên wê derê firina nanê tenûrê hate vekirin. Di destpêka avakirina firinê de ji ber ku hejmara karmendên firinê kêm bûn gelek zehmetî hatin kişandin, lê niha hejmara jinên ku di firinê de kar dikin zêde bûye. Her wiha qebûlkirinek di aliyê gel de jî hatiye çêkirin, ji ber ku cara yekemîne ku jin beşdarî projeyeke bi vî rengî dibe.”
Reca îşaret bi şêwazê karkirina rojane ya firina ku jin birêve dibin kir û wiha axivî; “Di firinê de 3 jin kar dikin, ji saet 6’ê sibehê tê vekirin û heya 14:00’an didome. Di destpêka çêkirina firinê de bi qasê hejmara ku dihat xwestin nan nedihat firotin, lê niha rojê 300 nan tên çêkirin û firotin.”