Koma Dostaniya Kurdên Afrîkaya Başûr ji bo pergala tecrîdê ya li îmraliyê bi dawî bibe û azadiya fizîkî ya Rêber Apo destbi kampanyayek mezin a îmzeyan kir.

Di daxuyaniya ji bo kampanyayê de hate gotin:

Em bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dikin, demildest berpirsyariyên xwe bîne cih. Beriya her tiştî em dixwazin tecrîda dijmirovî ya li ser Abdullah Ocalan bike rojeva xwe, tecrîdê bidawî bikin. Rejîma Tirk hiqûqa navneteweyî binpê kiriye. Rêzê li rêzikên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî nagre. Rejima tirk heta qanûnên xwe jî binpê dike. Ji Adara 2021’an ve ji birêz Abdullah Ocalan, ji Rêber Apo ti agahî nîne, di tecrîdeke hişk de tê ragirtin.

Ev rewş li dijî mafê mirovane, bi ti awayî nayê qebûl kirin.

Bi kampanyaya ku me daye destpêkirin em daxwaz ji Rêxistina Efûyê ya Navnetewî dikin, demildest şert û mercên ku birêz Ocalan lêkolîn bike û ji bo bi lezgînî serbest bê berdan, bixebite. Ji bo çareseriya siyasî ya pirsa Kurd divê demildest