Keziyên Sor li ser dîrok û têkoşîna jinan a li Kurdistan û cîhanê ye.

Ji bo amadekirina mûzîkala wê, komên çand û hunerê xwe dane heva.

Tevgera çand û huner a Jin a Hîlala Zêrîn pêşengiyê jêre dike, tevgera çand û hunerê ya mezopotamya, saziya çandê ya Pargîn, hunergeha welat jî alîkarî dide.

Mûzîkala Keziyên sor li bakur û rojhilata Sûrî hatiye amadekir.

Senaryo ji aliyê Delîl Mîrsaz ve hatiye çêkirin, Mehmut Barazî jî mûzîka wê çêkiriye, Şêro Hindê derhêneriya wê kiriye, muzîkal jî 20 dq ye.

Mûzîkala keziyên Sor wê 3’ê Adarê li Hesekê, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Şehbayê bi hemwextî bê pêşandan. Heman rojê wê di Jin Tv’de jî bê weşandin.