Ev sernavê nivîsa Selaheddîn Erdem e.

Selahatin Erdem da zanîn Gelê ku dinava xwe de lehengan derxîne, timî serketinê bidestdixe û wiha got:

Gelê Kurd ê lehengek wekî Kawayê Hesinkar derxiste holê, weke gelê kevin ê dîrokê, heta îro bi lehengên xwe serketî bûye. Di serdema me de jî lehengên wekî Mazlum û Egit derxistin holê, bingeha sîstema demokratik avakirin û Kurd jî di nava civaka cîhanê de cih girtin.

Selahaddîn Erdem, bal kişand ser Newroza 2024’an û got;

Ev Newroz ji hemû Newrozên berê bi coştur û watetir hate pîroz kirin. Li her qadên Newrozê, li welat û derveyî welat, Kurdan û dostên wan Newroz bi yekrêzî û coşeke mezin pîroz kirin. Ev Newroz bû Newroza azadiya fizîkî ya Rêber Apo û di lutkeya herî bilind de hate nîşandan.

Gelê Kurd, weke di dîrokê de hatiye dîtin, di vê Newrozê de jî li dijî Dehaqên serdemê helwesta xwe nîşan dan. Ji bo vê jî Newroz tê wateya lehengiya gelê Kurd.

Li hemberî hemû êrîşên dijminên xwînxar û îxanetê jî, di 21ê Adarê de Kurdan û dostên wan daxwaza azadiya Rêbertî û çareseriya pirsa Kurd bi riyên siyasî kirin.

Di dîrokê de, berxwedana herî dawî ya Kurdan bi pêşengiya PKK’ê ye û Rêber Apo ku hatye destpêkirin, ev berxwedan dewam dike. Vê berxwedana dîrokî mesela Kurd gerdûnî kir. Hêzên dagirker û metinger anîn ber têkçûnê.

Wekirî hate dîtin, Rêber Apo li mîrateya Kawayên dîrokî û Kawayên hemdemî xwedî derket, gelê Kurd weke gelê Newrozê derxiste ser dika dîrokê. Ev serketin, îro di xeta demokrasiya rasteqîn de bûye mînak.

Selahaddîn Erdem da zanîn gihiştina îro an go newroza 2024’an, paya kawayên serdema me Mazlum Doğanan heye û wiha got:

Ev xeta lehengiya destanî bû bingeha serketina gelê Kurd. Di vê coşê gel pêl bi pêl herikîn qadên Newrozê. Faşîzma AKP-MHP têkçûn, Ev serketin jî bi saya serketina Gerillayên Azadiyê ku di 19’ê Adarê de li Zapê, artêşa Tirk têkbirin, û di 20’ê Adarê de jî çekên herî dijwar SIHA ya dewleta Tirk hate xistin bû.

Bi vî rengî Gerillayên Azadiya Kurdistanê, di xeta lehengiya Rêber Apo de serketin misoger kirin. Nîşan dan ku gelên dinava xwe de lehengan derxîne, tu caran têk naçe. Îro jî lehengiya Mazlum û Egid, di xeta pêkanîna netewbûna demokratik û jiyana azad û wekhev de, teqez wê serketinê pêkbîne.