Kurdistanî û dostên wan, li gelek navendên welatên Ewropa, êrîşên dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd û êrîşên li ser Çapemeniya Azad şermezar kirin.

Li Elmanya bajarên Franfurt, Hamburg, Saarbrucken û Stutgardê, êrîşên polîsan yên li ser saziyên çapemeniya Kurd yên li Belçîka û komeleyên Kurd yên li Fransayê hatin şermezar kirin.

Dîsa li Elmanya payîtext Berlînê, Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Belçîka ya li Berlînê çalekî kirin.

Kurdistanî û dostên wan li ser banga Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Meclîsa Nav Berlînê li ber Konsolosxaneya Belçîka ya li Berlînê kom bûn û serdegirtinên Medya Haber TV û Stêrk TV protesto kirin.

Li Avusturya payîtext Vienê, Kurdistanî û dostên wan, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM), bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Medya Kurd şermezar kirin.

Li Kibrisê, bajarê Limasolê jî, Kurdistanî û dostên wan, li ber Şaredariya Lîmasolê daxuyaniyek dan û avêtina ser medya Kurd li Belçika şermezar kirin.

Li Yewnanîstan payîtext Atîna, Li Frensa payîtext Parîsê, bajarên Marsilya û Strasbourgê êrîşên hemwext yên polîsan û avêtina ser malên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy û endamên wê yên li Parîsê bi meş mitingan hatin şermezar kirin.

Li Swisre, bajarên Mulhous, Beillinzonê û Winterthurê bi heman armancê çalakiyên protestoyî hatin pêkanîn.

Li Swêd, payîtext Stockholmê jî serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV hate şermezar kirin

Kurdistanî û dostên wan li navenda Sergels Torg ya Stockholmê kom bûn, belavok bela kirin û axaftin hatin kirin.

Di belavok û axaftinan de, serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV, hatin şermezar kirin.