Ji bo bidawîbûna dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yekîtiya Ewropayê biryara pêkanîna destpêkê wergirt. Bankaya Razemeniyê ya Ewropayê herikîna krediyê ji bo Enqereyê rawestand.

Di demekê de ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanînên li dijî Tirkiyeyê nîqaş tên kirin, gava destpêkê ya pratîkî ji aliyê Bankaya Razemeniyan a Ewropayê (EIB) ve hate avêtin. Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê “Frankfurter Allgemeinen Zeitung” ragihand ku bankayê nêzî temamiya krediya ku plan dikir bide Tirkiyeyê rawestandiye.

Hate ragihandin ku Bankaya Razemeniyê ya Ewropayê wê her wiha ji bo serlêdanên krediyê yên ji bo projeyên li Tirkiyeyê di nava salê de bên kirin bersiva neyînî ragihîne. Bankayê herî dawî ji bo projeyeke kanalîzasyonê ya Tirkiyeyê ku di nava salê de serlêdana wê hate kirin serlêdana ji bo krediya ji 67 milyon Euroyî pejirandibû.