Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya  Hêzên Sûriya Demokartîk QSD`ê nûçeyek weşand û tê de ragihand ku Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî QSD`ê, şeva pênşemê bi alîkariya balafirên Koalîsyona Navneteweyî  yek ji fermandarên rêxistina DAIŞ`ê ya teror girt.

Navendê eşkere kir ku di encama çalakiya taybet de fermandar li nêzî bajarê Reqayê hate girtin. 

Navendê ragihand ku demên pêş de, wê debarê dateyên nasnameya fermandarê rêxistina DAIŞ`ê ya teror ku hatiye girtin, agahiyan parve bikin.