Ji bo qurbaniyên erdhejê li Kurdistanê li Riha, Mereş, Semsûr, Amedê merasîma bîranînê pêkhat.

Bîranîna li Riha ji aliyê Platforma ked û Demokrasiyê pêkhat, gelek kes li kolana Îpekyolu ya navçeya Haliliyê hatin cem hev, kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bîranîn.

Bîranînek jî li navçeya Bazarcixa Mereşê pêkhat, gel ji hikûmet qonaxi heta saat Kulesî meşiyan, paşê mûm vêxistin û li cihê avahî lê hilweşiyan qerenfîl danîn.

Xelkê Semsurê jî ji bo qurbaniyên erdhejê li parka Mîmar Sînan hatin cem hev û gotin: Em di şînê de ne, ji bîr nakin. Bila hemû berpirsyar bên darizandin, We mirov terkî mirinê kirin” û “Deng hebû dewlet tunebû, deng qut bû dewlet hat.

Bîranînek li Amedê çêbû, gelek kes bi pêşengiya Platforma Parastina Bajêr û piştevaniyê ya Amedê li pêşiya sîteya Diyar Galerî ya 89 kesan lê jiyana xwe ji dest dan hatin cem hev.

Berdevka Platformê Elîf Turan piştî rêzgirtinê got: Li gel ku salek derbas bûye hêj jî êşa wê nûye. Yên ku tevdîrên pêwîst negirtin, yên guh nedayîn zanist û teknîkê ev erdhej veguherandin karesatekê.”

Qurbaniyên erdhejê li bajarên Tirkiyê Edene û Osmaniyê jî hatin bîranîn li vir jî li hemberî dewletê bertek û hêrs hebû.