Li Kanada bajarê Toronto, cejna Newrozê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd, TCŞ û Tevgera Jinan a Sara bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Toronto axivî û got;
Gelê Kurd agirê têkoşînê yê ku ji Kawayên şoreşger girtiye, bi Mazlûm û Zîlanan re gihaye îro.
Ev agir wê ti carî venemire û wê bibe sembola berxwedan û têkoşînê.
Piştre nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û axaftina Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan hatin guhdarî kirin.
Piştre endamê Konseya Rêveber a KCKê, Zubeyîr Aydar jî bi riya telekonferansê tevlî pîrozbahiyê bû û axaftinek kir.
Pîrozbahiya li Toronto, bi strana û girêdana govendê heta dernegiya şevê dewam kir.