Li taxa Tûrgût Ozal a girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de şahiya gel li dar xist.

Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegûl Dogan, parlamantera bajêr Newroz Ûysal Aslan, namzetên hevşaredariyê yên Hezexê Dogan Adibellî û Turkan Kayir tevlî şahiyê bûn.

Di şahiya gel de Hevderdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî.

Dogan ji gel daxwaz kir ku xwedî li vîna xwe derkevin û got:

“Hezex bi biryar e, sekn û tekoşîna Hezexê gelek caran dîrok nivîsandiye.

Loma tirs ketiye dilê wan. Yê ku ji hêza we û hêza me ditirsin çi dikin?

Hîleyan dikin, dek û dolaban dikin. Dibêjin qey Kurd şiyar nebûne, dibêjin ku wê dîsa karibin kurdan bixapînin lê Kurdên ku hûn bixapînin tune ne.

Em li vir dibêjin dem dema Jin jiyan azadiyê ye.

Dema xwedî derketina hebûna xwe ye.

Em raya xwe didin xwe, didin hebûna xwe, nasnameya xwe.

Divê ku herkes heta 31’ê Adarê xwedî li vîna xwe derkevin.

Heta 31’ê Adarê em derî bi derî bigerin û rayakê zêde bikin. “

Pişti axiftinan şahî bi govend û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.