24’ê Adarê li bajarê Belçîka Lovenê Kurdan newroz pîroz kirin.

Malbateke Kurd a Efrînî dema vedigeriya mala xwe, li bajarokê Heusden Zolderê bûn hedefa êrişa nijadperestên Tirk. Bi dehan kes xwe bispêrin xaniyekî. Komeke nijadperestên Tirk êrişî malbatê û xanî dikin. Dixwazin xaniyê ku tevî Kurdên tê de ku piranî zarok in bişewitînin.

Nijadperestên Tirk wesaîtên Kurdan talan dikin, camên wan dişkînin.

Polîsên Belçîkî bi meselê dihesin lê parastina malbata Efrînî nakin. Bi bihîstina bûyerê re, piraniya wan ciwan, gelek Kurdan berê xwe dan vî bajarokî.

Nijadperestên Tirk li dijî ciwanên Kurd sîlehên sivik û tê tehminkirin ku bi kalaşnîkofan bi kar tînin.

Polîsên Belçîkî li şûna dest li nijadperestên Tirk ên bi sîleh werdin, êrişî Kurdan kirin, gelek kes birîndar bûn, rewşa hina ji wan giran e.

Piştî Kurdan berê xwe dan cihê êrişê, malbat bi awayekî saxlem ji xanî hat derxistin.

Kurd dixwazin nijadperestên Tirk bên cezakirin.