Hevseroka DEM Partiya Amedê Pinar Sakik Tekîn, anî ziman ku di Newrozê de, milyonek kesî, li dijî polîtîkayên şerê taybet û desteserkirina îradeya gel sekneke şênber nîşan dan.
Pinar Sakik got: Newroza îsal bi ruh û îradeyeke cuda hate pêşwazîkirin.
Di serî de 57 navendan li dehan cihî Newroz hate pîrozkirin. Li kolanan jî agir hate dadan.
Tevî ku baran dibariya û meha Remezanê bû, qada Newroza Amedê tejî bû.
Ev yek ne tenê pîrozkirina Newrozê bû, bersiva polîtîkaya asîmîlasyona sed salî, mahkumkirina siyaseta qeyûm û tecrîdê bû.
Peyama herî giring, şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî bû.
Daxwaza gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyê aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ev jî bi azadkirina Rêber Ocalan pêkan e.
Pinar Sakik, dazanîn ku tecrîd li ser tevahiya civakan hatiye ferzkirin û got; Diruşmeya gel ya ‘Azadiya Rêberê me azadiya me hemûyan e’ ji destpêka pîrozbahiyê û heta dawiya pîrozbahiyê hate berz kirin.
Tecrîd ji bo gelan hemûyan pirsgirêkek mezin e.
Di vê Newrozê de, banga ‘RABE’ bû bersiva li dijî şerê taybet.
Divê desthilatdariya AKP/MHPê û dewlet vê bangê bibihîze û gavana biavêje.
Pinar Sakik Tekîn herî dawî got; Biryardarî û coşa gel wê bandorê hilbijartina herêmî jî bike. Li dijî mejiyê ku îradeya gel desteser kiriye, gelê Kurdistanê wê bersiva herî şênber bide.
Her dengekî bê dayin, wê bibe sîleyek û li rûyê qeyûman bikeve.
Yên ku hesabê wê yekê dikin ku bi gef, zext, êrîş û girtinê dikarin îradeya gelê me desteser bikin xwe dixapînin û wê careke din têkçûna xwe bibînin.