3 sal in ji Rêber Abdullah Ocalan tu agahî nayên girtin.

Di vê pêvajoyê de 526 serlêdanên hevdîtinê bêbersiv hatin hiştin.

Li çar aliyên cîhanê bi milyonan kes jî daxwaza “Ji Ocalan re azadî” diqîrin.

Di nava 3 salan de jî 364 car in ku ji bo hevdîtinan serlêdana parêzeran li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Îmraliyê çêbûye.

162 caran jî malbatan ji bo ku hevdîtinan bikin bi riya parêzeran serîlêdan kirine. Lê tu encam nehatine bidestxistin.

Ji ber îxlalkirina mafan û binpêkirina kanunên neteweyî û navneteweyî, parêzeran serî li Dadgeha Destura Bingehîn daye. Lê ew serlêdan jî bênecam mane.

Li aliyê din rayedarên dewletê, cezayên “disiplînê” dikine bahane û qanunên xwe, kanunên gerdûnî û peymana mafên mirovan bin pê dikin.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD, ÎHD, TÎHV û TOHAV jî di 26’ê tîrmehê de serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa da.

Dadgehê Ewropa jî, di 18’ê Adara 2014’an de, derbarê qedexekirina îşkenceya li Abdullah Ocalan bi cih bîne serî li Komîteya Wezîran ya Konseya Ewropayê da.

Di sala 2021ê de jî, parêzeran bi daxwaza şopandina tecrîdê û ji bo pêkanîna hevdîtinê gelek caran serî li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), baroyên bajaran, Meclisê, saziyên sivîl ên neteweyî û navneteweyî dan.

Di heman demê de bi daxwaza hevdîtinê serî li Wezareta Dadê hat dayîn.

Saziyên hiqûq ku di nav de Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hebû, ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, kampanya îmzeyan dane destpêkirin.

775 parêzerên ku endamên 29 baroyên cuda ne, di navbera 10-17’ê hezîrana 2021’an de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re îmze dan û serî Wezareta Dadê dan. Wezaretê bersiv neda van serlêdanan.

Ji 22 welatên Ewropa û Rojhilata Navîn jî 350 parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, di 14’ê Îlona 2022’an de serlêdan kirin.

Parêzeran heman serlêdan ji bo Yekitiya Baroyên Ewropa, Yekitiya Baroyên Tirkiyê û rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî kirin.

Parêzeran serlêdana xwe li Kuluba Çapemeniyê ya Ewropayê ya li paytexta Belçîkayê Brukselê bi civîneke çapemeniyê ragihand.

Piştre jî ji welatên Fas, Filistîn, Herêma Federe ya Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Sûriye, Lubnan, Misir û Urdunê bi giştî 756 parêzer bi heman daxwazê ketin nava hewldanan.

Di heman demê de parêzeran da zanîn ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyên din têkoşinê bikin.

Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarên Tartus, Heleb, Hums û Laziqiyeyê bi giştî 691 parêzeran di 19’ê îlonê de li pêşiya Meclisa Edaleta Civakî ya li Qamişloyê daxuyaniyek dan û bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dan.

Parêzeran ji Wezareta Dadê re nameyek şandin û xwestin ku tecrîd bi dawî bibe.

Piştî serlêdanên bi sedan rêxistinên hiqûq û saziyên mafên mirovan jî, CPTê gavek ne avêt.

Di demekî ku tecrîd û astengkirina hevdîtinan didomiya de fikarên heyî hêj zêdetir bûn.

Di vê serdemê de Hevserokên HDP, Berdevka HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê di 20’ê Cotmehê d, Serokê KCD û Hevserokê giştî yê DBP jî di hemen demêd e serî li Wezareta Dadê dan û daxwaz kirin ku bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin.